diłekem...

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  1072 views
ewendey deryayek piře diłekem
ełêy hêlaneye bo xefet û xem!
hewargem dûrułat, deşte û byaban
diłekem bedbexte û ḧałim perêşan!
min xoyşim nazanim çîm û çî kerim?
be «lim»y byabana merge řaberim!
le destî sitemkar, le destî ḧakim
pêşêlim, wek řêga, bû be toz xakim!
birûske neydawe le koterey leş,
derdî gel kirdûye be xełûzî řeş!
axo key serdemî azadî egat!
em gele key destî egate awat?
ax, xozge em zamem edî sařêj bê,
pêş ewey bimirim û gořim bê be cê!
le řêda ke bûme hawřêy derwêşê,
nałanim, lêy pirsîm: hawřê, kwêt dêşê?
witim: ta biłind bê qulley dîwexan,
le diłma nasrewê hergîz pêçî jan!
neken qet be aẍa û be şa las bixon:
kîney xest řewaye be dujminî kon!
em êş û azarem ta key emênê
le destima wek sungî qełem enwênê!
singîşim twê twê bê û hełkişêm le xwên
bo sułtan û şahan nabim sernewên!
diłnyam ew koşk û sera xwênîne
řojêk dê nemênê lem serzemîne
pêm witin: le mirdin min bakim nîye
herkesê bakî bê le xakim nîye!
le hełdêr fiřêm den, pare parem ken
bimgirin, gerdinim le sêdare den
ba zordar bizanê: heta bimênim
le řêy azadîda xebat enwênim!
«feqê» bo hejaran temûret lê de
le nûkî qełemit gewher fiřê de!
dê be dê cař bide her le êstawe:
mijde bê, azadî dête dinyawe!