nayełn biłêyn

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  854 views
le kitêbî «min şi’ir nazim ḧikimitArabic» wergîrawe
demman egirin le goranî, ey řopsin!
ey bulbulim, ey bulbulî hełobał,
ey biray řeş, xawen danî mirwarî,
lê nageřên gerû piř keyn le witin,
tirsyan zore wek eyzanî, ey řopsin!
le berbeyan etirsin û le bîstin
le bînîn û le lê kewtin etirsin!
etirsin, ay etirsin le xoş wîstin
etirsin wek ferhad peyman bibestin,
«eşê êweş ferhadêkî xotan bê,
birakanî zengîm, wa nîye řopsin?»
le denk û le tow û gił etirsin
le gişt şitêk, le xuřey aw, etirsin!
çunke destyan neguşrawe emane
le destêkî dosta, wek çolekey germ,
bê nyazî kirê, tenzîl, ya xud mołet,
le awatman da’eçłekin, ey řopsin!
le amanc û le hîwaman etirsin
le goranîy ser zimanman, ey řopsin,
ey bulbulî hełobałim, etirsin!