le barey şî’rekemewe

wêne le şî’rî turkî
From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  469 views
le kitêbî «min şi’ir nazim ḧikimitArabic» wergîrawe
espim nîye, zînî zîw bê,
ya samanim kes nedîw bê!
małim nîye û mułkim nîye
ewey heme, yek teşpîye:
piř le hengiwîn, hengiwînî cwan
ełêy giře çote naw «şan»!
hengiwîn ber û dway małme,
berhemî řencî bałme!
exeme kar hemû hêzim
ta le «meges» biparêzim
miłk û małim: hengiwînekem
emca, bira şîrînekem
«her piř bê teştit le hengiwîn
heng etgatê lewpeřî çîn!»