befir

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  1011 views
ay babe gyan! befir ebarê, temaşa:
cêga nema pêyek danêy le ḧewşa
kilû kilû dête xwarê: sipî û cwan
denke denkeş ba eyhênê bo heywan
ełêy wirde peřî sipîy de’baye
ya lêşawî pepûley naw hewaye
eha babe! ew řîşołe hejare
kizkiz nîştotewe lew bin pasare
êsta miştê genim dênim řoy ekem
ba bê bîxwa û necatî bê le matem