kerwêşk

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  846 views
kerwêşk lenaw lana
gwêy leser pişt dana
çawî nûqand pirxepirx
nûst ta řawker witî: pix!
emca herdû gwêy leqan
şanî pya kird be bazdan
kerwêşk! nizîke dujmin
kerwêşk, řake qunequn!