gořan

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  870 views
gořawim? bełê! ebê pêy lê nêm
ke min gořawim!
’eşqit wek caran te’sîr naka têm,
ey nûrî çawim!
 
legeł eweşda hêşta her yarî;
çerxî bê pişû
be bay nedawe: yadî diłdarîy
ew řojaney zû!
 
bełam arezû û awatî caran
tewjim û mestî nada be jyan?
çeşnî şîrîn xew
nûstûy becê hêşt bo tarîkîy şew!
egerçî êstaş
çon řoyşit, win bû? hîç nazanim baş!
 
boç têm eřwanî xoşewîstekem
be çawî tane?
nazanî diłîş be bê zyad û kem,
wek ew şitane
ke kewtûne jêr şînayîy asman,
mil keç westawe beramber gořan?
 
bałdaran, gułan, gełay dirextan,
ew estêrane
ke ecrîwênin, berz û geş û cwan,
em gişt herdane,
derya gewrekan, hemû şit, kem, zor
egořên legeł çerxî da’îm goř...
gyane, awêneş pêşanman nada,
îmřo beyanî
řûy xoman leyek şêwe û wêneda;
ebê bizanî
herçîman heye: arezû, awat,
tase, xewbînîn,
hîwa, tirs, hemû, hemûy pêy egat
destûrî gořîn
pêm biłê: axir, çilon etwanîn
wiřk bigrîn le dił
ke qinyat bikat be yadî dêrîn?
nabînî pêş guł
çen xoşewîste wenewşey mil lar
lay dinyay behar?
 
jînîş, daxekem, lem xoşwîstine
hełnagrê zyatir:
ke lêw lêk enê paş zerdexene,
bê deng, sard û siř!
ax! minîş ’eşqim řû le gořane,
legeł zemane,
minîş wenewşem ejakê, emrê
ta guł ber egrê!