berxekem
From the Book:
            Dîwanî Goran
        By:
                Goran (1904-1962)
        
             1 minutes
             3043 views
        
        
    ey berxoleke!
nerim û nołeke!
sipî û xirpinî
wek kulûy loke!
***
destemo û çeşî
fêre baweşî
dengî baře xoş
cwan û çawřeşî!
***
bo herkiwêyek çûm
toyş were le dûm
etleweřênim
her wekû bêçûm
***
were xilexil!
biço nerim û şil!
bibařêne: ba’...
berxî çaw be kil!