sa goranîy kew

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  722 views
qeqbe, qeqbe, qeqbe, qeq!
şaxî berz û berdî řeq,
cêgay çêłe û cêgay beq
qeqbe, qeqbe, qeqbe, qeq!
befrî taze û befrî par,
nabřê le lûtke û nizar:
ne payîz û ne behar,
qeqbe, qeqbe, qeqbe, qeq!
berbeřoçkey eşkewtim,
zistan cêgay sirewtim,
mełbendî çîne û řewtim,
qeqbe, qeqbe, qeqbe, qeq!
řa’epeřim berbeyan,
heł’ekşêm bo lûtkey cwan,
exwênim řû le asman:
qeqbe, qeqbe, qeqbe, qeq!
mehî hezar be hezar,
be yek givey berewxiwar
ebiřim le tirsî zordar
qeqbe, qeqbe, qeqbe, qeq!
«ficûq...» le dałî çawzeq
«qiẍ...» le řawkerî dił řeq
le tifeng û teqeteq
qeqbe, qeqbe, qeqbe, qeq!
gişt êware û gişt şebeq,
şax piř ekeyn çêł û beq,
le cîřke, cîř, qeq, qeq, qeq,
qeqbe, qeqbe, qeqbe, qeq!