goranîy denke genim

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  1497 views
nawî xway lê ehênim
derkî ’emar eşkênim
be bar genim derdênim
le naw werda eyçênim
wek ałtûn zerde
pak û bêgerde
denke genmim...
 
pole çolekey ser çił!
mişkî naw kun! kirmî gił!
wirde melî sirk û sił!
towim weşand piř be dił!
eygirê xwa
herkesê bîxwa:
denke genmim...
 
êsta wişke, bê gyane
em denke genme cwane
dû řojî tir biřwane
telîsmêkî jyane
xwa efermiwê
ewîş eřwê
denke genmim...
 
ebê be qersîlî şîn
berz ebêtewe çîn çîn
dîmenêkî çend şîrîn
ebexşê be serzemîn
xwa day gyanî
xwa nexşanî
denke genmim...
 
ga û gwêrekey sereřo
ajałî zyanexro
berazî şexełî ko
dujmin neyxiwa genim û co
nefrînî xwa
lewey bîxwa
denke genmim...
 
beharê qef der eka
guł ta ber sing ser eka
qelas nûk neşter eka
diřk pasî ber eka
be şiney ba
şepol eda
denke genmim...
 
ey xway gerdûne berze!
deẍłekem biparêze
le sin û kulle û terze
ey xway gerdûne berze!
hî toye û min
nek hî dujmin
denke genmim...
 
deẍiłim wek ałtun zerde
werzêr! das le hesan de!
xot asayî tekan de!
mełom bo le xerman de!
xermanî sûr
wek kogay nûr
denke genmim...
 
her denke bû be hezar
supas bo to kirdigar!
beşî to û beşî ’emar
beşî deskurt û hejar
hate berhem
supas ekem
denke genmim...