mamey nêrgele kêş

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  562 views
řojê çûme şarezûrLocation
sûřamewe xwar û jûr
em law ewla wek minał
řêm kewte dê yek şeş mał
syanyan xanu syanyan zinc
hendê nizim û hendê qinc
wirdewebûm derwêşê
nêrgeleyek ekêşê
şiř û şîtał û çiłkin
naw sîngî boz û kołkin
dan le demya nemawe
pîr buwe û lêy qewmawe
çiłmî lûtî û awî çaw
têkeł ebin wek lafaw
tûke serî ałozaw
camane konî diřaw
derpê çadir pîney şał
pîney lêy bû bû be xał
çawanî piř le řîpoq
demî çeşnî demî boq
çirçî milî wek dewar
şořo bûbû serew xwar
piştên tałî goşî xaw
pêy pêxawis bê pêław
mijî eda le qilyan
ekokê boy bê wiçan
car be car xoy edozî
eyxuran řîşî bozî
witim merḧeba xało
çîye kewtûy lem pało?