sûdî geřan

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  468 views
her kes wek sêber le mał derneçû
fa’dey mang û řoj bo ew nebû
ta neçîte bin beḧrêkî bê pey
cewahîr û duř çon peya ekey?
her kes temeł bê le îş û ferman
qet zêř û zîwî nayete gîrfan
eger hunermend neçê bo sefer
bekarî nayet cewher û huner
baz leser hêlan ger neçê bo řaw
kew û kotrî çon bo dête daw?
dirext bicûłê lêre bo ewê
tewr û tewrasî nizîk nakewê
aw ger necûłê fa’îdey çîye?
xele daştinî be ebed nîye
dê çoł sed hezar qani’Pen namey fewtan
şwênî dyar nîye ta axir zeman