derde dił lelay yezdan

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  524 views
xwa ba bes bê dereling diřaw
bes bê muḧtacî bo nan û bo aw
çil û dû sałe min dirust kirawim
řizqî sałêkî xełqit pê nedawim
dest biřîwim le hemû layê
be hîç kilûcê teselam nabê
bo lay herkesê ke pena ebem
daway řibeyek gałî lê ekem
ełê xem mexo xwa řezaqe
pyawî bê baweř me’lûm fasqe
tewaw lêm egrê řêgey řûnakî
emka be fasq lebatî çakî
ya ełê herkes ke dyanî dawe
me’lûm ke dyanî bo nan danawe
tuxnî ḧîkmetî xwa nekewî
serî bê řozî wa lejêr zewî
to dyanit damê nanim pê nexward
hemû hełwerîn behenasey sard
nîm le jêr zewî û řozîşim nîye
îtir şardinewey faydey çîye?
xwa ba bes bê qisey bê semer
we’dey min û to, dîwanî meḧşer