şanazî be «silaḧ aldîn»ewe

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  845 views
to nemirdûy ey «silaḧ aldînPerson»y eyûbî leqeb
her bijî ey fexrî kurd û ḧakmî mułkî ’ereb
takû to bûy lawekanî kurdistanim der eçûn
bo zekatî miłkî şam û xercî bazařî ḧełebLocation
zîndû bûbûyno becarê şarsanî û dê nişîn
ře’yet û şwan û sepanim kewtibûne ser tereb
êste bê toyn boye wa bê řewneq û cilwe û celayn
bûyn be gałte cařî xelq û kewtûyne ber ’eteb
wernewe ey nîştimanî ba hemû ’ehdê bikeyn
bo fenay dujmin be carê bêyne meydanî ẍezeb
min ezanim her se’atê des bideyne mudde’î
ême her wek agirîn û ew wekû kogay ḧeteb
qani’aPen name bo kuştinî nîştiman firoş amade be
xwah şêxî bayezîd û xwah nefsî buleheb