hetawî jêr hewr

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  596 views
emelî mîlletî kurdane hetawî be nîqab
duřî esrare ’ezîzim le meqamate xîtab
wekû řoj řûne bira taze çi lazim be xeta?
kiç ke xoy nerim û letîf bû çi tewequ’ be ḧîcab
êş ke kewte diłî ’am û be tewawî çuwe meẍiz
taze ew êşe çi lazim be beyanat û kitab
arezû wextê ke hat kuncî diłî kird be sinûr
xo be xo neş’e eda bê semere şurbî şerab
ẍeşî têkeł nîye hergîz besedaqet wetenî
kê lebo fewqî kuřî babî nebû dił be kebab?
muşterî merge kesê dujminî xakî wetene
ger biłêyn boçî nebûy? kake ełê cê le cwab?
qani’aPen name şî’irit hemû nuxte be nuxte gewherin
meger yek yek be nezanîn biłê bem bezme xirab