xemxorî

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  497 views
serim nawê ke fîzî be gilerî û serdarî binwênê
demim nawê ke tîkey zil zilî tenhayî biglênê
deřebbî keř bibê goyê nebîsê şînî hawxiwênî
xwa ew çawe ba kwêr bê ke çaw bo xełqî hełbênê
liçê xwênî feqîrî pê mijin yařebbî dabřizê
zimanê bed biłê hênde bimasê xêwî xinkênê
de besrawî kelebçey destî załim bo nebê destê
ke ew deste beşî bêdestełatî bigrê bîřfênê
le kotî ḧakma řebbî bimênê ta dwa ’umrî
qul û qaçê ke bo hawarî xełqî sistî binwênê
were binwaře kakim lafî xemxorî minî lêda
keçî bo take yek ane serî sed wek min eşkênê
nebû destê le kurdistaneda bê pare û umêd
ke piştî bê ser û pêyê be diłsozane bixurênê
nizamî ’alemî hênde belarî dête pêş çawim
eger sed care pîney ken epçiřê û taze namênê
meger destî tebê’et wergeřî û bîxate ser barî
ke řîşey ehlî em ’esre bedestî cewr derbênê
lepaşa daykî em xake kuřêkî taze peydaka
ewîş têkoşê wek qani’Pen name birakanî bilawênê