em bazaře
From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
1 minutes
935 views
kurde binwaře ke dinya çon xerîkî serwete
řebbî to řasto nebî wa îş û karit ẍefłete
kurde şermî zend û baba ardełanit natgirê?
hozî tarîk û dirozin sûdî derd û zîllete
qunbuley zeřî teyare û řadyot dîwe be çaw
to terîq nabîtewe řeftareket wek weḧşete
gwê le yarî piř gezaf û piř diro megre be hîç
çûn şerîkî kirdinî pyawî dirozin negbete
to legeł hawtîreket des nagrî ta serkewî
ger be tenha hewłî xote arezut zor zeḧmete
wabzanim wa’ezanî cwanî û lûsî bese
mîlletê to serdesey bî, quř beser ew mîllete
her kesî lafî diroy lêda witî diłsoztim
tecrubey ke ca ezanî, çon xerîkî tefrete
pirç û bermał û sîwak û řîş û keşkoł û ’eba
bo swałn key eme esbabî jîn û ḧurmete
lawî kurd xwêndin bixiwêne yekyetî û řastît bibê
ca ezanî kêye qabil text û tac û dewłete
qani’aPen name hawar ekey emma çi kes gwê nagrê
zerbî temsîle qisey ber agirt bê qîmete