çawî mestî

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  828 views
çaw le ’eşqî çawî mestî ḧez le her perwîn eka
dem be yadî lêwî zewqî tałî xoy şîrîn eka
min bebê umêdî wesłî, bêstûne meskenim
ew bebê perwîz û şîr û nazşî şîrîn eka
daẍmey derdî fîraqit şîne boye şîn ekem
burdebarî barî mîḧnet şîn neka çon şîn eka?
bulbulî gułzarî kułmî to ke řoḧî ’aşiqe
key xeyałî jaj û peř, ya susen û nesrîn eka?
çînî zułfî xawî çîn çînit bixeyte gerdinî
geb be le’lî aw û dar û tif le çînî çîn eka
to ke qesrî cennetî řût fermû sa barûtî řût
ٲdixluha qani’înArabic egrîcekem perjîn eka
ger řeqîb men’im bika bo gyan fîdayî qasdit
řostemî meydanî ’eşqit çon be gwêy gurgîn eka
ey şehenşahî serîr û textî her ḧusin û cemał
ḧeyfe bo to ḧakmî çawit diłim ẍemgîn eka
hatfî dwênê witî: tubî likArabic ya qani’îPen name
to şehîdî yarî wa’iz sehwe ka tełqîn eka