xakî merîwan

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  1000 views
em xakî merîwane wekû cennetî xezra
piřye le melek, ye’nî xecê û fatim û ’uzra
em xakî merîwane wekû xildî berîne
em xakî merîwane wekû ’erşî mu’ella
em xakî merîwane bira girdî sefaye
em xakî merîwane wekû zirweyî e’la
aw sard û hewa sûk û feřeḧ bexiş û ’etir dar
bo xoştire diřkî le dûsed nergisî şehla
pyawanî hemû jîr û jinanî hemû ’aqił
pîranî hemû řend û minałî hemû dana
mestane sîfet sef ebesin gewre kiçanî
zîbendetirin kake le sed tawsî zîba
yaxud be mesel kebkî duřî cîlwe firoşin
bê bak leher te’ne wekû daykî mesîḧa
gułzare hemû deşt û der û şerbete awî
goya to ełêy zemzeme ya kewserî e’la
kanî kerem û mexzenî esrarî sedaqet
yawek sedefî piř le duř û daneyî yekta
bo zamî xefet merheme seyranî merîwanLocation
piřye le wetenxiwah wekû qani’Pen namey dana