şîn bo fayq bêkes
From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
2 minutes
863 views
dîsan hewrî xem wek carî caran
xem ebarênê lebatî baran
nałe û çexmaxe û birîskey le dûr
hanî û řijanî leser sarezûr
day le binçîney zanînî kurdan
quřîda beçaw destey ham ferdan
qełemî ledes fayq xiste xwar
lednya derçû bê kes û hejar
biłên be gułan her dîlî xak bin
lemin xirabtir dîde nimnak bin
goyje her bigrî ta axir zeman
kê bitlawênê be eş’arî cwan
ba pîre megrûn pîr û zwîr bê
ta řojî meḧşer ewî le bîr bê
cunke dway bêkes bê kes ekewê
kes nawî naba wihîç kes nayewê
zełim û tanceřo bêne ser giryan
lafawî firmêsk berin bo sîrwan
biłên şa’rî hozî kurdan řo
le şeşî eylûl şêrî meydan řo
katê ke bîstim daykî xakî řeş
şa’rî wehay girtote baweş
bo řojî fewtî newîm le qelbim
be çawî teř û diłey piř le xem
gwêm girt kurdistan be şîn û zarî
be hey řo hey řo û bebê qerarî
řwanîm qełemî girtiwe le des
mêjû enûsê bo fayq bêkesPerson
şewî yekşemme le hejdey sefer
le nozdey kanûn le koř çuwe der
be pîtî ebced nûsî bo kurdan
xwên ebarênê asman nîştimanAbjad Numerals: 1949