wesyet bo xencerî kuřim

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  522 views
řołe min emirim le pêşa hoşî îmanit bibê
bîrî hoz û nîştiman û jînî kurdanit bibê
řołekem hênde bixiwêne řûy şaranit bibê
hewłî tenha xot nedey her hewłî yaranit bibê
toş wekû min fermû fermût ba nebê ey çawekem
hoşî xotit bê dexîle kwêr nekeyto nawekem
řołe min tawê mela û leḧzeyê dêwane bûm
tawê sofî xaneqa û geh le naw meyxane bûm
tawê hawřê komeł û tawê tewaw bêgane bûm
tawê wek řindî qelender carbecar şêxane bûm
bem hemû core legeł kurda zemanim birde ser
axrî her yek nekewtîn gişt biław û derbeder
řołe gwê bigre be cwanî bo bełê qurbanî min
bo kizî û lare milî lay aẍe û xananî min
ca ezanî çon buwe wa çon řoywe dewranî min
kes beḧałî min nebê bo barî ser şananî min
sed hezar zanîne pułî qaçî lay erbabî zeř
ta bizanî ew xirabit lêt ebê be şomî şeř
řêgeyêkit pê nîşan dem ta bijît bo xot cwan
pirçê şořî lê dirûs ke û řîşî kirj û lûl û pan
her wekû xot xełqî ker ke û bîbe bo lay şêxekan
nîwî bo to nîwî bo şêx řencî sofî hîç nezan
lêxuře û lêde û biřo lay barî xot bigre le mişt
kurdî çî nîştimanî çî bo kurd nekey xot dey be kuşt
ger ewet la zeḧmete hełse biřo qapî sera
wergire hîç gwê nedeyte aşna û bawik û bira
lew şerîke to şerîk be beş bibe herçî kira
małî miskînî hejare bo efendî danra
pare peyda ke bizane dînî çî û êmanî çî
xwênî mîllet hełmije însafî çî, wîjdanî çî
řołe ger qapî sera hatû nebû bo toy hejar
bałî lê hełmałe dê be dê û şar be şar
komełê pêko binê heryek be nawê muste’ar
ta ḧikûmet pêt ezanê û toş exate îş û kar
çûyte ser kursî bizane pare çon peyda ekey
çon be naḧeq kořî bê pişt û pena řîswa ekey
řołe her katê me’aşt lê biřa xot ke be kurd
hełke beydaxî desîse û caw û řaw û zerb û xurd
komełê pêkû binê piř bê le pyawî deşt û wird
bêre çirpe û çipiçp û fêł û qumar û dest û bird
bûy be me’mûrîş bifame çon ekey parêzî nan
kurdî çî hawziwanî çî dujmin be bo kurdî zwan