şîn bo fayq bêkes
Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
2 Xulek
1044 Dîtin
dîsan hewrî xem wek carî caran
xem ebarênê lebatî baran
nałe û çexmaxe û birîskey le dûr
hanî û řijanî leser şarezûr
day le binçîney zanînî kurdan
quřîda beçaw destey ham ferdan
qełemî le des fayq xiste xwar
le dinya derçû bê kes û hejar
biłên be gułan her dîlî xak bin
le min xirabtir dîde nimnak bin
goyje her bigrî ta axir zeman
kê bitlawênê be eş’arî cwan
ba pîre megrûn pîr û zwîr bê
ta řojî meḧşer ewî le bîr bê
çunke dway bêkes bê kes ekewê
kes nawî naba û hîç kes nayewê
zełim û tanceřo bêne ser giryan
lafawî firmêsk berin bo sîrwan
biłên şa’rî hozî kurdan řo
le şeşî eylûl şêrî meydan řo
katê ke bîstim daykî xakî řeş
şa’rî wehay girtote baweş
bo řojî fewtî newîm le qelbim
be çawî teř û diłey piř le xem
gwêm girt kurdistan be şîn û zarî
be hey řo hey řo û bebê qerarî
řwanîm qełemî girtiwe le des
mêjû enûsê bo fayq bêkesKes
şewî yekşemme le hejdey sefer
le nozdey kanûn le koř çuwe der
be pîtî ebced nûsî bo kurdan
xwên ebarênê asman nîştimanHisaba Ebcedê: 1949