peçeyî perçemî û pirçî sya

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  4668 views
peçeyî perçemî û, pirçî sya
her dełêy mange şewe kułmî tya
lade desrokeyî hewrî le cebîn
derkewê şems û qemer, nûr û zya
lêwî to awî beqa, min xizirim
feyzî to řeḧmet û, min sewze gya
ferşî keffî berî pête nergis
serî daxsituwe wek çawî ḧeya
memxere hawîyeyî hewlî fîraq
destî min damenî to řojî qya
«gêl» eger turkî, te’alArabic er ’erebî
«bê» eger kurdî, eger fursî byaPersian!
serî ferhadim û, dendûkî qułing
destî mecnûnim û, damênî çya
xatrî zahîdî xałî, xałî
nîye, ełbete, le bênêkî řya
dûr le to îdî mepirse, qurban
ḧałî nalîPen name ke ne mird û ne jya!