na, na.. dirom kird

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  533 views
witim tom xoş ewê «na, na» dirom kird
be řêbazî diroda hatuçom kird
weham zanî ke zor şîrîn û cwanî
be kem hoşî ke dwêşew seyrî tom kird
ke katê têgeyştim min ẍełet bûm
du’ay fewtanî řoḧî xom le xom kird
le lay min aşkira bû bed siruştî
letek ’eqil û demaẍa giftugom kird
be tenya taqe řojêk hawdemit bûm
zubanit îftîray ba pakî bom kird
witim: nek ’eşqî řût çobête naw dił
be awî bîrî zem zem şust û şom kird
lenaw dił mabû gerçî çend tinokê
legeł hêzî henasem êsta řom kird
le to dûrim diłim azade emřo
ke meylî dabû pêt qurban dirom kird