axo?

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  396 views
leser çî yar le min torawe axu?
le ’aşiq yar bitorê bawe axo?
wekû perwane çûme ber çiray řûy
peř û bałim hemûy sûtawe axo?
cinêwî bexşî ew yare be ême
erê em kare modey mawe axo?
ke tanem da le pîşey kem wefayî
le min diłgîr buwe giryawe axo?
kebabî em diłey min sûr û swêr bû
meger hoy eşkî wek xwênawe axo?
biragel pêm bifermûn min exnikêm?
ke zincîrim le mil aławe axo?
serim gêje û diłim bêhêz û pestim
meger hestim le kar westawe axo?
le tarîkî şewa dił yar ebînê
erê dił xawenî dû çawe axo?