hat be lence û lar

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  418 views
nîgar hat be lence û lar
day le diłim yek pilar
pilarî ’eşq û cwanî
nek pilarî berd û dar
diłî xistime xwarê
kewte awî serçinar
aw zû diłî řapêçam
be guř birdî serewxiwar
be pele şwênî kewtim
ke bîgirmewe naçar
zor be xêra eřoyştim
wek nefam û şêt û har
be daxewe aw birdî
bo zelkawî masî û mar
hîç kes nekewte firyam
herçende kirdim hawar
boxom bê dił mamewe
bê hoş û gyan be azar
emeş karesatî ’eşq
kirdimî pest û hejar