řizgar ekem dił

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  436 views
le des diłdarî min řizgar ekem dił
le naz û řazî yar bêzar ekem dił
legeł bêhoşî herdem aşna bû
be pyałey bade hûşyar ekem dił
gelê bêçare bendî dawî ew bû
berim da êsta heta çar ekem dił
be xoşî birde ser dił par û pêrar
be yadî bezmekey pêrar ekem dił
bimênê ba be xoşî û şadmanî
řewaney gułşen û gułzar ekem dił
le dûrî çîmen û řûbar û karêz
be badey sade min tîmar ekem dił
heta mawim be derman û be seyran
terîkî min le her azar ekem dił
ewey dîbûy le des ’eşq û le des yar
hemûy yekcare bo tomar ekem dił