řûy to temaşa ka

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  444 views
herçî le řûy to yek temaşa ka
le hemû cwanan ebê ḧaşa ka
ewey her yek car kułmî toy dîwe
biřwa be cwanî hîç şoxê naka
herkes umêdî ger hebê be to
pêwîste ser û małî fîdaka
ew cwaney biłê le to cwantirim
ta ḧeyay neçuwe ebê heřa ka
beřastî xoşî jyan ebînim
ger be min bêt û maçê řewa ka
ewey nebote gîrodey ’eşq
ya le bendaye ya wa le xaka