belama têpeřîbûn

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  402 views
nîgaran şew belama têpeřîbûn
weham zanî ke ḧorî yan perî bûn
ewaney şwênî ew şoxe ekewtin
hemû kem hoş û sûk û serserî bûn
gułan emřo le baẍa neş’e bexşin
bełam bulbul nemabûn koçerîy bûn
kesanêk kas û sermest û hejaran
le bezim û řezmî gułzara berî bûn
nîgaranî cwan cem bûn le gułşen
xerîkî naz û ’îşwey dulberîy bûn
ewaney xo be xawen hêz ezanin
hewaxwazî piřojey ’enterî bûn
le ke’bey ’eşqî diłdaranî şîrîn
le xoşîda serokî serwerîy bûn