nawî tom hêna

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  445 views
gunahim çî bû nawî tom hêna
minit nuqim kird le tane û cwêna
besîye bê řeḧmî beramber be min
xo negîrawim gyane le xwêna
ger bîşmikujî serim le řête
biřyarim dawe legeł bełêna
arezûm waye diłim neşkênî
le kirdey yarî peyman şikêna
eger hêmin bî be toy ebexşim
awî «awbare» legeł «delêna»