çarim naka

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  474 views
yar diktorme boç çarim naka
lem derd û ẍeme řizgarim naka
xencerî tane bîmarî kirdûm
be maçî lêwî tîmarim naka
řenge řencabê yarim boye wa
seyrî řeftar û guftarim naka
herçende bo min ke dił řeq bê
le ’eşqî řûy xoy bêzarim naka
bêcge le dû maç dermanî dinya
çarey hawar û azarim naka
ke ew nîgare samanî řoḧe
nebûnî saman hejarim naka
hezar musîqa û awazî biłind
le xewî mirdin bêdarim naka