řencî diłdarî

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  317 views
xom be qurbanî kesêk nakem kewa
řencî diłdarîm bidate dem hewa
ya be çawî sûkewe seyrim bika
wek hejarêkî kesas û bê newa
xwa ezanê xoy ezanê wa ke min
çîm dî çîm noşî le pênawî ewa
ew keçî napirsê çonî çon ejî
ta siławêkîş be min naka řewa
nermî lew diłberde çon ekirê umêd
řoj çilon hełdê le tarîkî şewa