bexêr bê posteçî

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  348 views
bexêr bê posteçî yaxwa bexêr bê
ełên namey nîgarî pêye xêr bê
ełên hênawye xoşî û beşaret
deba naḧez le daxa çawî kwêr bê
ewey mijdey fereḧ bo min ehênê
xuda her dił fereḧ bê saẍ û têr bê
ewey wek bayequş şumî dexwênê
diz û naḧez be ḧał û małî fêr bê
ewey wa tuxmî napakî deçênê
jyanî her zyan bê her le jêr bê
lelam şîrîne namey yarî şîrîn
eger çî piř le taney tał û swêr bê