řencî bebaçû

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  495 views
eger řencim beba neçwaye bo deskewtî awatim
serapa bo bextyarî bo lejîna min hemû katim
eger ew yare neşkaye diłî lêm boçî êstake
weha awarebûy byaban û şar û xerabatim
eger bay weyşumey negbet bînay şadîm neřûxênê
leberçî min weha mest û perêşan û kiz û matim
eger yaran wekû caran byanmaye wefa û peyman
le ’erşî berzî yezdana ebû xoşî hemû satim
eger dêwî nehatî la’eda lêm sêberî şumî
ezanim çon ekem peyda firîştey řûgeşî hatim