derxe ew çawane

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  618 views
derxe ew çawane em çawane ba řûn bêtewe
ba diłî napakî naḧez mat û meḧzun bêtewe
to ke leylaPersonkey le ’alem takû hawşanit nîye
xot nîşande bo temaşat bełkû mecnûnPerson bêtewe
şadmanî û řûgeşî bê ba şi’arî dulberît
řê mede bo hawdemî şeytanî mel’un bêtewe
ger firîştanî beheştî derbiçin lem gułşene
dûr nîye bo bextî ême xatû meymun bêtewe
wa le zîndanî ẍema bendim bebê çarî îtir
ta behar dêt û demî nesrîn û beybûn dêtewe