xałî beynî çaw û ebrot întîxabî katîbe

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1668 views
xałî beynî çaw û ebrot întîxabî katîbe
ye’nî nuqtey ferqî îbnumuqle wîbnuḧacîbe
’eyb û le’bî xełqî kird ta yarî xiste dawî xoy
xesmekey min kelbî ahû gîre, xîrsî la’îbe
leşkirî xettî şiksite û, tîpî zułfî tar û mar
padşahî ḧusnî ’alem gîrî hêşta ẍalîbe
ḧazrî emir û xîtabe dił, egerçî menhîye!
řacî’î toye zemîrî min, egerçî ẍa’îbe!
nalîPen name êste tacî şahî û textî xaqanî heye
şewket ara, muḧteşem dîwane, fîkiret sa’îbe