4

istid’ayê şefa’et û istişfa’ê meẍfiret ji cenabê saḧbê serîrê şefa’et di sûretê mi’racê da bi bal ḧezretê ’izzet
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  1130 views
ey wasteyê û wicûdê kewneyn
şayste’ê qurbê qabe qewseyn
şahnişehê textegeh medîne
mu’ciz ji te ew qeder me dîne
seyra felekan li nik te gavek
fexra melekan ji te silavek
şiq alqimraArabic te yek işaret
zaẍ albisraArabic te yek ’ibaret
ey padşehê serîrê lulakArabic
řabe her asmanî çalak
ḧazir ji te řa buraq û refref
şatir bi te řa firişte řef řef
da refi’ bibin ji ber te perde
bê perde di gel xudê xeber de
bêjê: tu qedîr û zu alcilalArabicy
bêjê: tu qedîm û la yizalArabicy
em fanî û jar û muşt xakîn
hadî ne tu bî xwe em hilakîn
ewwel te ji bo çi da me te’zîm
danî li serê me tacê tekirîm
teşrîfê xilafetê te da me
gava te emanetê xwe da me
me’lûmî te bû ku em nezanîn
qedrê wî emanetî nizanîn
herçî te ji bo me kir irade
yek zerre me lê nekir zyade
ḧaşa ji kemalê re’feta te
dûre ji celal û reḧmeta te
kufir û gunehan bikey behane
la’iq te bitin eve şehane
yek řûne li nik te kufir û îman
yek sûne li nik te xuld û nîran
qehra xwe bikî eger tu zahir
cennet li me dê bibîte agir
wer feyzê biket seḧabê reḧmet
dozex li me dê bibîte cennet
ger kafir û ger gunahkarîn
balcimlihArabic ji te umêdewarîn
kes nîne ji kafir û ’usatan
muzhir nebtin ji bo sifatan
kafir bûyn em bi ismê qehhar
ẍeffare ku em kirîn gunehkar
kufrê tu meger neşêy bibexşî
ger dê gunehan bi me binexşî
dê şad bibin bi me şeyatîn
mesrûr bibin gelek mela’în
qet ẍîrete ey penahê ’alem
qet la’qe ey şebanê adem
ev gurgê le’în bed serencam
jêkřa biketin me şubhî eẍnam
alqisihArabic bikî tu dêwî serkeş
tenha û tenê biçîte ateş
fî alcimlihArabic me cumle xas û ’aman
’asî û şeqî û natemaman
têkda bi şefa’eta xwe xas ke
vêkřa me ji agirî xelas ke