5

eş’ara medîḧeta tewa’fê di kurdane bi şeca’et û ẍîretê izhara bedbextî û bê tal’ya wane digel hinde semaḧet û ḧemîyetê
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 3 minutes  1958 views
saqî tu ji bo xudê kerem ke
yek cur’e’ê mey di camê cem ke
da cam bi mey cehan numa bit
herçî me iradeye xuya bit
da keşif bibit li ber me eḧwal
kanîn dibtin muyesser iqbal
idbar me wê giha kemalê
aya buwe qablî zewalê
ya her wehe dê li istiwa bit
ḧetta weku dewrê munteha bit
qet mumkine ev ji çerxê lewleb
tal’ bibtin ji bo me kewkeb
bextê me ji bo me řa bibit yar
carek bibtin ji xwabê hişyar
řabit ji me jî cehan penahek
peyda bibtin me padşahek
şîrê hunera me bête danîn
qedrê qelema me bête zanîn
derdê me bibîntin ’ilacê
’ilmê me bibîntin rewacê
ger dê hebûya me serferazek
saḧb keremek suxen newazek
neqdê me dibûye sikke meskûk
nedma wehe bê rewac û meşkûk
her çende ku xals û temîzin
neqdeyn bi sikke’î ’ezîzin
ger dê hebuwa me padşahek
la’iq bidya xwedî kulahek
te’îyn bibwa ji bo wî textek
zahir vedbû ji bo me bextek
ḧasil bibwa ji bo wî tacek
elbette dibû me jî rewacek
ẍemxiwarî dikir li me yetîman
tînane derê ji dest le’îman
ẍalb nedbû li ser me ev rom
nedbûne xerabe’ê di dest bom
miḧkum ’ilyeArabicy û se’alîk
meẍlûb û mutî’ê turkNamed-Entity û tacîkNamed-Entity
emma ji ezel xudê wisa kir
ev rom û ’ecem li ser me řakir
teb’îyetê wan eger çi ’are
ew ’ar li xelqê namdare
namûse li ḧakim û emîran
tawan çye şa’ir û feqîran
herçî bire şîrî destê himmet
zebit kir ji bo xwe bi mêrî dewlet
lewra ku cehan wekî ’erûse
wî ḧukim di destê şîrê řûse
lê ’eqid û sidaq û mehir û kabîn
lutif û kerem û ’eta û bexşîn
piřsî ji dinê min ev bi ḧikmet
mehra te çi? gote: min ku himmet
ḧasil ku dinê bi şîr û iḧsan
tesxîr dibit ji bo wî insan
ez mame di ḧikmeta xudê da
kurmancNamed-Entity di dewleta dinê da
aya bi çi wechî mane meḧrûm
balcimlihArabic ji bo çi bûne meḧkûm
wan girt bi şîrî şehrê şuhret
tesxîr kirin biladê himmet
her mîrekê wan bi be zilê ḧatem
her mêrekê wan bi rezmê rostemNamed-Entity
bifkir ji ’erebNamed-Entity ḧeta ve gurcanNamed-Entity
kurmancîNamed-Entityye bûyî şubhî burcan
ev romNamed-Entity û ’ecem bi wan ḧisarin
kurmancNamed-Entity hemî li çar kinarin
herdu terefan qebîlê kurmancNamed-Entity
bo tîrê qeza kirîne amanc
goya ku li serḧedan kilîdin
her ta’fe seddekin sedîdin
ev qulzumê romNamed-Entity û beḧrê tacîkNamed-Entity
hindî ku bikin xurûc û teḧrîk
kurmanc dibin bi xûn mulettex
wan jêkve dikin misalê berzex
cwamêrî û himmet û sexawet
mêrînî û ẍîret û celadet
ew xetme ji bo qebîlê ekiradNamed-Entity
wan dane bi şîr û himmetê dad
hindî ji şeca’etê ẍeyûrin
ew çend ji minnetê nufûrin
ev ẍîret û ev ’uluwê himmet
bû man’ê ḧemlê barê minnet
lew pêkve hemîşe bê tifaqin
da’im bi temerrud û şiqaqin
ger dê hebwa me ittifaqek
vêkira bikira me inqyadek
romNamed-Entity û ’erebNamed-Entity û ’ecem temamî
hemyan ji me řa dikir ẍulamî
tekmîl dikir me dîn û dewlet
teḧsîl dikir me ’ilim û ḧikmet
temîyz dibûn ji hev meqalat
mumtaz dibûn xudan kemalat