3

di ne’ta qelemê mesnû’at û serdefterê mewcûdat û ’eqlê me’qûlat û pêşdestê mexlûqat ḧezretê «sîd alsadat alimistifî ’ilîh efzil alsilwat»
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 5 minutes  1452 views
eşya bi ḧeseb delîl û burhan
nabin çu meger wicûb û imkan
wacb yeke zatê kibryaye
mumkin piře cem’ê maswaye
wî wacbê mumkinatê berqe’
mumkin wî ji bo xwe kirne metle’
ye’nî ewî vê bibit muberhen
ḧusna wî biderkevit ji mekmen
gencîneyê cewherî bibit faş
sabit bibtin ji neqşî neqqaş
lê sin’etê wî ḧekîmê dana
neqşê ewî qadrê twana
nedbû ku nebit ewî rusûmek
la’iq ewî dê hebit ruqûmek
herçî weku bûne bê reqem bû
lew ewwelê ma xeleq qelem bû
ev ewwel û rûḧ û ’eqlê ewwel
hersêne bi ewwelî mu’ewwel
emma meke wan ji hev tu tefrîq
ev řenge ewan bigêře tewfîq
bê şey’ekî waḧdin bi carek
te’dad û te’eddud i’tibarek
ewwel berqî ji ḧusnê sermed
nûrek bûye me’neya muḧemmedNamed-Entity
ew nûr bi emrê ’alim alẍîbArabic
bû menşe’ê feyza ’alema ẍeyb
erwa ḧ ji me’neya peyember
çê bûn mesela nebat û şekker
bû eslê esîlê cumle nefsan
nefsa su’uda û nefsê neḧsan
hemyan ji wî dîtne teferru’
hemyan bi wî girtine temettu’
hêja ne zemîn ne ev sema bû
ew serwerê cumle enbya bû
xelqa felekan ji bo wî řa bû
secda melekan ji bo wî řa bû
ew reḧmetê cumle ’alemîn bû
adem di myanê ma’ û tîn bû
pêẍemberê cem’ê cuz’ û kul bû
adem bi xwe hêj av û gil bû
ew pencereya cemalê barî
şemsa feleka dilê di tarî
gava kete sûretê cehanî
pêẍemberê axir alzimanArabicy
wî berzexê mumkinat û wacb
wî padşehê li şeklê ḧacb
mensûx kirin wî dîn û millet
me’lûl kirin ’elîl û ’illet
fikirî ku cehan cemî’ kufre
kêşa ji nubuweta xwe sufre
xelqê ku hebûn li řûyê ’erdan
teklîf kirin hemî bi merdan
xaqan bi xwe hindiwê kemîn bû
feẍfûr ji xwanê kase çîn bû
qeyser bi qusûrya xwe qasir
ḧazir geřya bi ’eynê basir
şahê ’erebî ’elem ku řakir
kesrayê ’ecem ’eceb duta kir
rom û ḧebeş û fiřeng û tatar
herçî ku nekir bi dînî iqrar
naçar gelek bi şîr fena bûn
ḧetta ku hinek bi dîn teba bûn
butxane bi agirî dişuştin
ateşkede cumlekî vekuştin
gava ewî dîn kir aşkara
dawwidî û sibtî û nesara
tewratNamed-Entity ewan ji bîr kir ekser
incîlNamed-Entity û zebûrNamed-Entity çûn ji ez ber
’îsaNamed-Entityyî dema dixiwend incîlNamed-Entity
beḧsa wî dikir bi weḧî û tenzîl
go: mu jide didem resûlê emced
dê paş m bê bi navê eḧmed
de’wa xwe dikit bi dest û ezman
destê wî bi seyf û dev bi qur’an
xweş xilqete hem resûle hem mîr
piř ḧikmete hem kitabe hem şîr
naxwende sebeq muderirsê ’am
bê mal û minal, saḧb in’am
bê xeyl û ḧeşem bi xwe cehangîr
bê tebil û ’elem cehan sedagîr
herçî te didî meger her ew bû
leşker ji cunûdê lim tirwaArabic
bê xeyme û bargahê eywan
’ewran vedda li ser wî seywan
hindî ku ji pêşve ba xeber bû
ew çend ji pişve ba beser bû
sih da nedket ji wî li ’erdan
vêkřa dibhîst sed xeberdan
goyende dibûn di gel cemadat
poyende dibûn di gel nebatat
yek new’ nema ji cinsê ḧeywan
neyna bi nubuweta wî îman
illa ku hinek ji ibnî adem
bûn derxiwerê ateşê cehennem
alqisihArabic di erz û asmanan
ḧasil di cemî’î ins û canan
nînin bi şerafeta wî tiştek
nabit ji wî zêdetir me piştek
ev bê mededê di ummeta xwe
mumtaz kirin bi himmeta xwe
wer’a wî we řenge dîn qewî kir
şer’a wî sirat mustewî kir
’alim hemî şubhî enbyane
’abid hemî pêkve ewlyane
ferdek ji seḧabe’ê di kubbar
pansed ji dilawerê di kuffar
ew cumle digel yekê seraser
nedbûn bi mehabetê beraber
xelqê heye şubheyek di dînî
beḧsê bi cedel biket ji dînî
qur’an û xeber çi mu’cizatin
ayat û swer çi beyînatin
bûbekirNamed-Entity û ’umerNamed-Entity çi xweş qerînin
’usmanNamed-Entity û ’elîNamed-Entity ’eceb guzînin
ey padşehê bilind paye
xurşîdê felek nişîn û saye
ne’tê te bi ’ilmê min meḧale
meddaḧ ji bo te zulcilalhArabic
ez dê çi bibêjim ey şehnişah
wessafê teye kelamê ellah
şaha ji te řa xweş isme yasînArabic
taha ji te řa tilsime tasînArabic
her ev bese ey ḧebîbê muxtar
barî ji te řa bi jî te sûnd xwar
sed car bi jyê te ey keremkar
ger dê me hebin guneh dused bar
sed mertebe ger çi em xerabîn
emma ji te na umêd nabîn
ḧetta bigehîte xanîPen nameyê jar
napak û pelîd û wacb alnarArabic
ew jî bi xerabî û seyînî
de’wa diketin bi ummetînî
wî bed ’emelê wekî kilaban
barî bike peyrewê seḧaban