2

ti’dad ni’met şumarî, û tikirar şikirguzarya barî di sûretî ayînedarî û pirdeberdarya perurdigarîda digil ixttama bi munacatek muxteserê kirdî
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 4 minutes  1887 views
ey şukirê te cewherê zebanî
wey zikirê te seyqela cenanî
ey waḧdê bê şerîkê yekta
wey wacdê bê nezîr û hemta
ey baqyê bê zewalê da’im
wey hadyê bê fenayê qa’im
ey xalqê erz û asmanan
wey xalqê cumle ins û canan
mulk û melek û felek bi carek
bilcumle te çêkirin tebarek
sibḧanke kilma xilqiteArabic
eḧsinte fikîfe ma filqiteArabic
herçî ku te çêkir ey nikûkar
her yek di ḧedê xwe da sezawar
ev neh sedefê di piř mirarî
durrê di sifîd şefaf û tarî
ḧeftê di misal duřê ẍeltan
her şeş cihet û çihar erkan
her sê weledê di piř mewalîd
ẍebra û sema digel meqalîd
lewḧ û qelem û sewabit û ’erş
ḧeywan û nebat û me’den û ferş
zahir kirin ev qeder sena’i’
peyda kirin ev qeder beda’i’
her yek ji ’edem kirin te peyda
ibda’ kirin te bê heyûla
fî alcimleArabic çi ewwel û çi axir
alqiseArabic çi mu’min û çi kafir
her yek ji te řa we bûne mezher
ew řenge di wan tu bûyî muzmer
bê ḧusnê te nîne wan wicûdek
bê nûrê te nîne wan numûdek
ḧikmet ewe batnî û zahir
qudret ewe ẍa’bî û ḧazir
nînin te tecezzu’ û temekkun
emma we di wan dikî tewettun
goya hemî cismekin tu canî
goya hemî şehrekin tu xanî
ḧusna teye zîneta ḧebîban
řeşka teye ẍîreta reqîban
meyla teye ’aşiqan dikêşt
derdê teye dil ji ber di’êşt
şîrîn te kire şeker li perwîz
ferhadî ji řengê eşkê xûnrîz
leyla te kire bela li qeysî
řamîn bi te řam bû li weysî
yûsif te çiřa nema zuleyxa
wamq te kusa gihande ’ezra
şeyxê weku pence ḧec bi jarî
dîn kir te ji bo keça kufarî
neylofere nazperwerî kir
ew jî te li mihrê muşterî kir
balayê bilind te daye serwan
pabendê bela te da tezerwan
sorgul te kirin ji xarê peyda
bulbul te kirin hezar şeyda
xweş řengî te da gyayê sorgul
xweş dengî te da newayê bulbul
řonahî te da serê şemalan
perwane te kir bi şewqê talan
meḧbûb te çêkirin di dilgeş
meczûb te pê kirin muşewweş
ev ’işq û meḧebbeta di dil da
ev zulfê muselselê di mil da
aya ne te çêkirin muqabil?
her yek te bi hev kirin mu’adil
ayîne te çêkirin mukerrer
ḧusna xwe di wan te kir musewwer
ayîne li pêşî tûtyan girt
davek te li pêşî kûvyan girt
ayîne ji wan weye ku ave
ew ’ekse ji wan weye ku tave
neqşê te dibînin ew di avê
nakin ḧezerê ji av û davê
leb teşne dikin teleb zulalê
wê dane û dam û zulf û xalê
meqsûd bû ku ji pêşve ḧazir
dê qesdê bikin cemî’ê nazir
tûtî bi xwe ma şeker diřêjit
herçî dibhin ewî dibêjit
wê meqsedê muxteser dibînin
pabend dibin gelek dimînin
meqsûd û muradê dil tu şayî
emma tu tizilٌ minْ tişaArabic
herçî te divê bibey zelalê
pabend dikey bi zulf û xalê
herçî ku tu bînî ser hidayet
vêřa bikirî bikey ’inayet
ḧazir wî dibî meqamê me’lûm
ger xadme wî digêřî mexdûm
bê secde te ey cenabê me’bûd
adem kire qîblegah û mescûd
’îsa te kusa gihande ewcan
aya bi çi te ḧebande ew can
dersa ku bi xef te gote idrîs
elbette diçû meqamê teqdîs
iblîsê feqîrê bê cinayet
hindî te hebû di gel ’inayet
her řo ji dikir hezar ta’et
lewra ku te da wî istita’et
wî secde nekir li ẍeyrî me’bûd
gêřa te ji ber derê xwe merdûd
yek secde nebir li pêşî eẍyar
qehra te kire mixild alnarArabic
alqisihArabic ji ḧikmeta te agah
ferdek m nedî tibark alilhArabic
’irfan telebê di saḧb idrak
der ḧeqqê te gotî: ma ’irfinakArabic
xanî bi nezanya xwe der ḧeq
gumrah bibit ne dûre elḧeq
illa ku meger mu’în xuda bit
ya řahberê wî mustefa bit
ya rebbî bi ḧeqqê mustefa key
xanîPen name bi xwe řa tu aşna key