1

dîbaçe
From the Book:
Mem û Zîn
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 3 minutes  2222 views
sername’ê name namê ella
bê namê wî natemame wella
ey metle’ê ḧusnê ’işqibazî
meḧbûbê ḧeqîqî û mecazî
namê teye lewḧê nameya ’işq
ismê teye neqşê xameya ’işq
bê neqşê te neqşê xame xame
bê namê te name natemame
namê teye şah beytê meqsûd
fihiristê mukatebatê meḧmûd
mezmûnê muraselatê lareyb
meşhûdê mukaşefatê bilẍeyb
meḧbûbê qulûbê min lew alqilbْArabic
qelban tu dikî bi ba xwe ven celb
me’şûq tuyî bi fexir û nazî
’aşiq tuyî lêk bê nyazî
mutleq tu mufîd û mustefadî
bê şubhe murîd û hem muradî
nûrî tu di ḧusnê řûyê dildar
narî tu di qelbê ’aşiqê zar
şem’î ne ji qismê nûr û narî
şemsî ji ’eyan tu perdedarî
gencî tu di nîv tilsimê ’alem
kenzî tu ’eyan ji ismê adem
ev ’alem û ademî û meşhûd
ev mumkin û maswayê mewcûd
hemyan bi te ye medare û debir
feyyazê ryazê xelq û wel’emir
emrê te bi lefzê kinْArabic du ’alem
mewcûd kirin ẍerez çi adem
adem bi xwe yek ji herdiwane
yek ḧerf ji emrê kinْ, fikaneArabic
ew ḧerfe ḧeqîqeta muḧeqqeq
hem emre bi qudreta te hem xelq
eşbaḧ muressemin ji nasût
erwaḧ mwessemin bi lahût
ev rûḧ û cesed bi cebir û ikirah
tezwîc bûyn bi emrê ellah
nasûtî eger çi řeng sufale
lahûtî ji pertewa cemale
ḧerfa ku me gotî neqşê hûre
lê meqsed û me’neya wê kûre
zahir te eger numaye suẍra
batin ewe neqşê xame kubra
mewcûde di wê şehadet û ẍeyb
meşhûde di wê syadet û ’eyb
insan bi xwe hem zelame hem nûr
adem ji te hem qerîbe hem dûr
hindî weku cinsê ’alemîne
ew tab’ê new’ê ademîne
ev řenge felek hemî mu’ezzem
ev çende melek hemî mwekerrem
ev kargeha ’ezîme dewwar
ev bargeha bedî’e seyyar
ev çende zemîn di gel ’enasir
ev řenge ’erez di gel cewahir
ev çendehe ni’met û nefa’is
ev řengehe me’kel û melabis
ev çendehe mudde’a û metlûb
ev řengehe muşteha û meḧbûb
ḧeywan û me’adin û nebatat
metlûb û meqasd û muradat
bilcumle ji bo me řa li karin
fîlcumle ji bo me burdebarin
ḧeqqa ku te xweş nizam û rewneq
tertîbkirin ji bo me elḧeq
em ẍafil û ’atil û gunehkar
mayîne di qeydê nefsê emmar
nînin me di qelbî fikir û zikirek
nakin bi zebanî ḧemd û şukirek
xanîPen name ku nihin bi qelbê zakir
barî bide wî zebanê şakir