îlahî em girûhî kurdî bêçare çi mezłûmin

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  344 views
îlahî em girûhî kurdî bêçare çi mezłûmin
be şewqê debne perwane, be kibrîtê ełêy momin
kesê pirsî le ḧałî nîk û bedyan hatîfê fermûy
huma tînet, melek sîret, beşer sûřet, bext şûmin
ke basî aynî pirsîn, witî me’şûqe eyzanê
be zahîr ne musłiman û ne gebir û ermen û řomin
le me’nada ke têfkirî muqeyyed nîn be sed zincîr
le madîda be mûyêkî muḧîbbet ḧepis û meḧkûmin
le meydanî ’edemdan û ke çî mewcûd û serbestin
le bazařî wicûdan û ke çî denwařî me’dûmin
le zułmatî cehlida nîn, ke çî mechûln û ẍayb
le ’înwanî ’îlimda nîn, ke çî me’rûf û me’lûmin
le hîcra wek piłing amade bo tesxîrî diłdaran
le xoşî xoşîy wesła hemû ḧeyran û meḧrûmin
leber hîmmet biłindî îrtîkabî sufłeyî naken
bełê curme eme emřo egerçî pak û me’sûmin
witim qurban bizane lew girûhey dadenênḧemdîPen name
witî farîẍ be nabînî ewanîş mîslî to şûmin