le řûy toda nebê şerte wicûdî xom telef nakem

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  407 views
le řûy toda nebê şerte wicûdî xom telef nakem
ke řoḧim ’a’îdî toye fîday to bê esef nakem
şeref ca řûkeşî ’uşşaqe řaḧet xadîmî derwêş
ke derwêş û ke ’aşiq bim îtir meylî şeref nakem
nefes saz û serim semtûre nałem naye bezmêke
le tepłî ser edem çeng û xeyałî dengî def nakem
cinûnî ḧezretî mecnûne bote şuhretî leyla
eger ’eqiłim bibê terkî meqamatî selef nakem
were siřřî dem û lêwit le min zahîr ke ta mawim
be mergî to qisey mercan û mirwarî û sedef nakem
ẍezebnake dił û le’lî ke qelbî xwênî lê bitkê
dełê laço muḧîbbet min legeł parçey xezef nakem
ḧîkayey subḧî ẍunçet to le bulbul bîstuwe ḧemdîPen name
xetay kird ew min em base leser çawî xelef nakem