şu’leyî řojî fîraqe agirî birjanî dił

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  1877 views
şu’leyî řojî fîraqe agirî birjanî dił
her nesîbî dujminim bê qirçeyî biryanî dił
dił şikawim firsete qabîz bikêşe êste řoḧ
ferqî pê nakem eger bimirim le hewłî janî dił
nawî ’eşq erz û semay hênawete lerz û sema
bote carûkeş keçî bo kulbeyî wêranî dił
řoḧî xaqan û gułî feẍfûr û meẍzî qeysere
em xemîre boye ẍeřřaye neş’ey fincanî dił
çawî lebřêzî sirişkî şadîye saẍîrkeşî
qehqehey mîna nexate ber kułî giryanî dił
her umêdêkî çiroyê daẍî heryek ẍunçeyê
meḧbesî erbabî me’na baẍe wek zîndanî dił
mîslî ney şêranî dił her yek newayê lê eden
wek cilûsî sałî tazey kirdibê sułtanî dił
emrî sułtanan hemû teklîf û qeyd û zeḧmete
tûřeyî azadî û xitûnî şadîye fermanî dił
derkî bê çaw, ḧîssî bê dest, seyrî bê pêkey eka
aferim bo dîden û bo ḧîsis û bo seyranî dił
řoḧî bê îdrak û wêł û herzegerdim bo çîye
saḧbî temkîn û derke deykeme qurbanî dił
řoḧ be hatûçoyî ew wek tutîy çote qefes
bo fiřîn amadeyî westawe ta westanî dił
seyrî ken pûş û pełaşî řûyî lafawî behar
’aşiqî temsîl eka kewtote ber ceryanî dił
sûřetî herçî ke çawim dîwyetî girtûyetî
řoj dełêy zîzaneye kewtote ser xermanî dił
mîḧwerî řoḧe û ře’îsî hey’etî bezmî wicûd
ba wicûda ’erşî řeḧmane ełên ’înwanî dił
’eşqe, şore, sewze, sûre, şîne, ’eyşe, şadîye
fîtneha girtûyetî lem sefḧeda damanî dił
ew zemane bo hemû derdê dewayan dadena
ehlî ḧîkmet derdyan danawe bo dermanî dił
ḧemdîPen name řenge dił perî bê dest le karî qet mede
girtinî şêtî debexşê harîye berdanî dił