dił birîndarî nîgahî dîdeyî ẍemmazî tom
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
480 views
dił birîndarî nîgahî dîdeyî ẍemmazî tom
kuşteyî bê nazî cem’î kuşteganî nazî tom
min silûkî řoj peristîm kird le xizmet şewnima
derkewê bê îxtyarî řû be řû perwazî tom
bo beser sîmurẍ û ’enqada nezaket min nekem
kotrêkî piř be çingî dîdeyî şehbazî tom
beḧrî saway dîdekanim wişke sa lade nîqab
ey senem şeqqulqemer ke kafrî î’cazî tom
saqya esbabî ’eyşit bêne nobey hîmmete
mutrîba bê perde namerd şîfteyî awazî tom
hey gerû wek ney binałe lêde sa sîne keman
ey nefes qanûn neşêwê întîzarî sazî tom
hełbigîrsêne be nûrî mey bita emca cemał
şewqî sûtanim heye perwaneyî mumtazî tom
qa’îdey ’eşqit le bextî ḧemdîPen name ya hełgirtuwe
bê qewa’îd ey senem meftûnî ḧusnî şazî tom