ferş û bałîne le laney bulbulana diřk û dał
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
446 views
ferş û bałîne le laney bulbulana diřk û dał
bê beła bê wa degořê guł le ehlî ḧał ḧał
we’dî wesłî da biragel wa diłim kewte fiřîn
ger biłên baweř dekem ’aşiq le wesła dête bał
ew mehey emşew le goşey kulbekemda dî witî
muḧtesîb ehlî miḧelle agire berbote mał
’arîfan hengamî mirdin seyrî ’ulwîyet deken
mewqî’î serdare ’aşiq zahdîş enrête çał
wesyetî ferhade namerd basî şîrînî biken
nawî twêşey zahîdim birdû demim wek zehre tał
xełqe êwe û xwa du’a ken nek peşîman bêtewe
we’dî da xencer be xwênî cergî minda mişt û mał
kafeyî ḧusnî be to bexşîwe sanî’ ey senem
her wekû mor û sened waye le řûta xetit û xał
her dełêy ewqatî ḧeşre sa’etî şamî fîraq
ḧemdîPen name hêşta sa’etêke mangî gořî bû be sał