xwa bewey dawe le meydanî ’eşqida bote toz
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
534 views
xwa bewey dawe le meydanî ’eşqida bote toz
gerdî hełsawe deka dawênî xuban beqye doz
ger legeł em şewqeda řoḧim bigate řûmetit
agirê degrê ke bête meş’elî perwane soz
çote ser kursî xîtabet wa’îz û şêwey dełê
eskemil yarî dekeyn û hatuwe papazî qoz
meşqî şarî kake ladêyî çi nařêke û ẍerîb
wek peřî sone simêłî berq eda bin řîşî boz
ew zemane germeyî bazařî negbetyane qewm
ḧemdîPen name wek kurd řabwestê fîrqe fîrqe, hoz hoz