ser le cêgey pê denê kullî seḧer mestane řoj

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  656 views
ser le cêgey pê denê kullî seḧer mestane řoj
bo zyaret dête ke’be ew diłe ew cane řoj
ke’be çî kaşaneyêke ser le payey ’erş eda
ḧeyfe bîkey ger be nîmey xiştî ew eywane řoj
ew şewî mî’race fexrî enbya de’wet kira
taqe nanê bû xiraye ser demî ew xwane řoj
şanî řagirt ew dił û cane ke pêy naye serî
destîkewt em şewkete em ’îzzete em şane řoj
dûpelî nałî buraqî ew şewe lêkewtibû
min dełêm mange yekêkyan û ewî tiryane řoj
ew şewe ew îḧtîrame ta ḧeşir nabêtewe
ger degîrê bîkene qurbanî em qurbane řoj
ew şewe ferqî legeł řoja dezanî çendeye
her wehay danê ke çořê şîre şew qetrane řoj
wextî xasî wesłî meḧbûbî cenabî kîbrya
her şewê bê boy debête ’aşiq û dêwane řoj
em ḧîsabe ḧemdîPen name qûłe qet serî lê derdekey
’eqłî pê neşkawe hêşta bem hemû ’înwane řoj