diłî hełnagrê dinya le ḧubbî dilberê zyatir
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
2 minutes
456 views
diłî hełnagrê dinya le ḧubbî dilberê zyatir
giř egrê ger felek bîbê le mîhrî enwerê zyatir
mede des çawî mestit xencerî buřanî wek ebro
mujet karîgere bo dił le nûkî xencerê zyatir
be dû çaw qet diłî naye felek seyrî cemałî ka
be řoja qet bizane hełdehênê exterê zyatir
le çawî bed xuda ḧîfzî bika ew çawe mexmûre
le bezmî ’alema gerçî debê şor û şeřê zyatir
serefraze řeqîb pêy na be serya quř beserda kem
biłêm çî tac bexşî min nebexşê efserê zyatir
çi bo xel’ û çi xel’et her yekêke guftey ew şoxe
sedef bê qedre ger bigrê le tenha gewherê zyatir
serî xoy nayeşênê merdî ’aqił fezłeye bo ser
le sewdayêkî ’eşq û yek kułah û busterê zyatir
be yek cîlwe ḧîsabî muddetul’umrî legeł kirdim
witî nedra be dinyayê le subḧî meḧşerê zyatir
eger wa’îz le saqî sade bade def’eyê bigrê
deka te’rîfî mey baqił le awî kewserê zyatir
çi ’alî hîmmete wêraneyî kirdote mesken bom
le jêr sayey kesana bê û nebête qeyserê zyatir
xelîlî ’eşqe ḧemdîPen name muste’îdî sûtne nemrûd
çira neywîstuwe emma le şu’ley exterê zyatir