yek qetre awî tîre le beḧrî kewan lezîz

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  440 views
yek qetre awî tîre le beḧrî kewan lezîz
yek sa’etî wîsałe le tûlî zeman le zîz
ew lêwe sûre şorî deka ’eyşî min keçî
bo mezze bisteye be demî meykeşan lezîz
ger bê şerabî merge bedem merdî têgeyîw
lem ’esreda mîsalî meyî erẍewan lezîz
canane ḧez le xwênî minî bê newa deka
ḧeqye xurş nîye wekû řoḧî řewan lezîz
’aşiq be awî zîndegîye xizir û min dełêm
beḧrî ’edem beyadî demî duřefşan lezîz
ew le’le mirduwe ne giřî şu’leyî têda
dił bo meqeřřî cîlweyî ’eşqî bitan lezîz
birjawe dił be agirî yek sa’etî fîraq
çî lê bikem kebabe be demî dilberan lezîz
her mîḧnetî fîraqe lezîzî ke kird wîsał
ḧemdîPen name be ehlî dozexe baẍî cînan lezîz