yar be lencey şêweyî ahûy xeta û çînî heye

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  307 views
yar be lencey şêweyî ahûy xeta û çînî heye
boye zułfî bonî mîskî çîn û maçînî heye
la’eda carcar leser řuxsarî xoy zunnarî zułf
ta biłên ew kafrey bê mirwete dînî heye
řût eken teşbîh be řoj şêt û nefamin aftab
key wekû to sirkeyî û serpoş û poşînî heye
’erzî ḧałim kird witim řeḧmet bibê boç emkujî?
pêy witim to şêtî yar key řeḧim û ayînî heye?
xozge emzanî ke ew şoxî cefa kirdare boç
wa legeł min da’îme cewr û cefa û qînî heye?
ehlî ’îrfan bê şik û şubhe be gyan sewday eken
têbgen ger wa kemalîPen name şî’rî şîrînî heye